1 Mayıs'ta Alanlara! (Kürtçe)
Share on Facebook Share on Twitter
 
Diğer yazılar
 

1 Gulan

Karkerên Avusturalyayî, di 1856an de ji bo qezenckirina karkirina 8 saetan, bi fikra afi randina rojeke proleter xwepêþandanan lidarxistin, civîn û þahiyan pêk anîn û biryar dan ku bi tevahî rojekî kar bidin sekinandin.

Mînaka karkerên Avusturalyayê cara yekem karkerên Emerîkî þopandin û di sala 1886a de 1ê Gulanê weke roja betalkirina kar bi nav kirin û biryar dan. Di 1ê Gulanê de 200 hezar karkerên Emerîkî kar dan sekinandin û daxwaza xebata 8 saetan kirin. Burjuvaziya Emerîkayê bi awayekî hovane êrîþê çalakiya karkerên Þîkagoyê kir, bi sedan ji wan birîndar bûn û 4 karker jî þehîd ketin.

Li Ewropayê tevgera karkeran zîndî û bi hêztir bû. Di sala 1889an de Kongreya KarkerênNavnetewî bi fikra xebata 8 saetan li hev kom bûn. Û biryar dan ku 1ê Gulanê li tevahî welatan weke roja Piþtgirî, Tekoþîn û Yekîtiya Navnetewî were pîroz kirin û di 1ê Gulana 1890an de jî grevek giþtî pêk were.

Di encama helwesta berxwedêr a çîna karkerên Ewropayê, 1ê Gulanê li gelek welatên Ewropayê weke rojeke tetîl yên karkeran ku bi daxwazên xwe derdikevin qadan hat qebûl kirin. Li gel ev mafên qezenckirî, sendîkavanên zer, 1ê Gulanê ji naveroka xwe dûr bixin û tenê weke rojeke tetîlê bi nav bikin.

1ê Gulanê rojeke tetîlê nîne. Divê bibe rojeke bilindkirina þîarên tekoþînê, di qada navnetewî de bi hêztir kirina piþtgirîdayînê û bersivdayîna li dijî êrîþên burjuvaziyê.

Li dijî Dagirkerî, Hilweþandina Civakî û Qanûnên Dij-Terorê re na!

Bila dawî li dagirkeriya Emperyalîst were

Li Iraq û Afganîstanê dagirkerî didome û planên êrîþa Îranê hene û em îsal bi vê awayê 1ê Gulanê pêþwazî dikin. Emperyalîst ji tevahî cîhanê re dibêjin ku wê azadî bi destê wan li cîhanê belav bibe. Lê ji gelên cîhanê re þer, dagirkerî, Guantanamo û Ebu Xerîb weke xelat didin. Fatureyên ekonomîk yên encamên êrîþan jî didin me û dixwazin azadiya fikr û rêxistinbûyînê ji holê rabikin.

Di dagirkerî û þerên ku encamê de bi sed hezaran zar û zêç, ciwan û qal, jin û mêr tên kuþtin, tenê ev tiþt tê xwestin; efendiyên emperyalîst bazarên cîhanê li gorî dilê xwe bikarbînin. Tenê ew tiþtek azad dikin, ew jî dewlemendiyên ser û bin erdên ku welatên hatiye dagirkirin, pêþkeþî emperyalîstan bikin, mûçeyên karkeran daxînin û kesên li dijî dagirkeriyê derdikevin li wan bi awayek bê-sînor êþkence û qetlîaman pêk bînin.

Emperyalîstên Ewropî jî hevkarê van þer û dagirkeriyan in. Îngîlîstan, Îtalya, Holanda, Belçîka û Danîmarka bi leþkerên xwe dîrek hevkarê suca dagirkeriyê dikin. Leþkerên Almanya jî li Afganîsanê hene û dema êrîþa li dijî Iraqê sehaya xwe ya hewayê pêþkeþî Emerîkayê kir û bi navbeynkariya personelên xwe yên Îstîxbaratê ya li Iraqê piþtgiriya lojîstîk da Emerîkayê. Îro diamadekariya êrîþa li dijî Îranê de hemû bi Emerîkayê re hevkariyê dikin.

Li aliyekî dagirkerî heye û li aliyê din jî tevgera li dijî dagirkeriyê heye. Berxwedena li Iraqê ji niha ve dagirkeran xist nava litavê. Emperyalîstan bi êrîþên xwe yên nû, bi êþkenceyên bê- sînor, bi pêkanînên ku rûmeta gelan bin pê dike. Li gel vê yekê berxwedan her ku diçe mezin dibe û rûyê rast yên emperyalîstan ji aliyê gelên din ve jî tên dîtin. Li tevahî cîhanê tevgera li dijî dagirkeriyê mezin dibe. Gelê Fîlîstînê li aliyê berxwedêrên ku li dijî dagirkeriya Siyonîstan têdikoþe cîh digire. Li Emerîkaya Latîn bahê antî-emperyalîst ku gelên bindest pêþengiya wê dikin, piþtgirî û tekoþîna gelan mezintir dike.

Niha em bi hêza ku ji berxwedan û tevgera li dijî dagirkeriyê digirin, diqîrin;

Bila dawî li dagirkeriya Emperyalîst bê!

Bijî berxwedana li dijî dagirkeriyê!

Pêþeroja Iraqê, wê gelê berxwedêr yê Iraqê tayîn bike!

Ji hilweþandina civakî re na

Rêberê polîtîkaya þer û dagirkeriyê lîberalîzm bû. Ew gotibûn ku wê her tiþt serbest bibe. Li gorî wan emê yanê kesên karker û bindest azad bibin. Ev gotina ku destpêkê pir bala bi milyonan karker û kedkar çû bû, lê di rastiyê de armanc ew bû ku pergala kedxwarî û þêlandina yekdestan bê dom kirin. Ewê di derxistina þer, dagirkerî, êþkence kirin, zêde kirina kedxwarî, tehrîpkirina xwezayê û çêkirin û bikaranîna çekên nukleer, biyolojîk û yên din de serbest bibûna û wê tu kes tevlî karê wan nebûna.

Ew çend serbestbûyîn ji gelên cîhanê re mirin, êþkence û dagirkerî wê bianiya. Û ji me re jî þertên erzan û dirêj yên xebatê, kêm heqdest, bê-karî, feqîrî û qutkirina mafên civakî anî. Serbestbûyîna wan tê wateya bindestbûyîna me.

Lê êdî dêwa razayî hiþyar dibe. Tekoþîna karkerên benderê ku tevahiya Ewropayê dorpêç kir, der kirina karker û kedkarên Berlîn û Strasbûrgê ku li dijî qanûnên Bolkesteinê; greva giþtî ya li Fransayê, serhildana ciwanên koçber ya li Parîsê, boykot û berxwedanên ciwanên xwendevan yên mîlîtan; grevên xebatkarên gelemperî û balafirgeha Duseldorfê ku li Almanyayê demek dirêj e berdewam dike; li Bielefeldê xwendekarên ku avahiya rektoriyê dagirkirin; berxwedana karkerênagirkuj yên Îngîlîstanê. Ev tev dengê lingên dêwên ku li tevahiya Ewropayê tê bihîstin in. Di 1ê Gulanê de em dengê lingên xwe zêde bikin. Bila sloganên me yên Ji hilweþandina civakî re na, Bimre lîberalîzm li kolanan deng vede.

Bila qanûnên dij-terorî bên betal kirin

Binêrin li alîgirên serbestiyan. Dema ku dor tê wan her tiþt serbest e, lê dema ku dor tê kesên bindest her tiþt qedexe ye. Her ku dengê lingên dêw tê bihîstin, agir dikeve nava dilên alîgirên zêde serbestiyan. Bê-navber qanûnên dij-terorî tên derxistin. Kî ku li hemberî sîstema wan derdikeve, dibe terorîst. Ji ber vê yekê karkerên ku li Korsîkayê keþtiyek revandibûn, bi tîmên taybet êrîþ tê kirin. Ji ber vê yekê ye ku dema ciwanên koçber yên Parîsê serî hildan, yek ser rewþa awarte îlan dikin û bi hovane êrîþê xwendevanên Fransî dikin. Ji ber vê yekê ye ku dewleta Alman, kesên ku berdevkiya li dijî dagirkeriyê dikin, mafê axaftina nadin wan. Ji ber vê yekê ye ku Belçîka, ji bo bibe ders ceza dibarîne li ser ku kesên belavok belav dikin. Ji ber vê yekê ye kuli Îngîlîstanê tam 28 roj ji cîhanê bê-xeber li cihên ku nayên zanîn pêkanînên `binçavkirinê` pêk tên.

Îro gelo kes ma ku nebîne bi polîtîkayên þer û dagirkeriyê, hilweþandina civakî, cudahî, nijadperestî û qutkirina azadiyan ji dest diçe?

Karkerno, Kedkarno,

1ê Gulanê ku li dijî kedxwarî, zext û zulmê roja yekîtiya navnetewî, piþtgirî û tekoþînê ye. werin em bi hevre di vê rojê de derbikevin kolanan, qadan tije bikin, dengê xwe bilind bikin û hêzên xwe yek bikin. Werin em bi al, pankart, fular û bi þîarên xwe yên þoreþgerî 1ê Gulanê cejna Kedê pîroz bikin.

Di 1ê Gulanê de; werin em li dijî dagirkeriya Emperyalîst, Hilweþandina Civakî û li dijî Qanûnên Dij-Terorê, ji bo Yekîtî, Tekoþîn û Piþtgiriyê di bin ala sor ya MLKPê de li qadan bên cem hev.

Partiya Komînîst a Marksîst û Lenînîst Ewropî Komîte